PIRSGIRÊKA VEGUHASTINÊ AMEDÊ DIVÊ BI BERPIRSYARÎYA HEVPAR Û PLANKIRINA BI TEVGER WERE ÇARESERKIRIN
JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ
Di rojên dawî de, ji ber xebatên binesazî û nûkirina rêyan yên ku li ser rêya Seyrantepeyê ya rêya Amed–Farqîn, di beşeke girîng a bajêr de girseyeke mezin û girîng a trafîkê çêbûye. Ev rewş, bandoreke neyînî li ser jîyana rojane ya bi hezaran welatîyan dike, yên ku hewl didin xwe bigihînin kar, dibistan, nexweşxane û Zanîngeha Dîcleyê, careke din pirsgirêkên veguhastinê yên bajêr, ku ji salên dirêj ve li benda çareserîyê ne, anîn rojevê.
Wek Koneya Bajêr a Amedê, em li gorî prensîbên xwe yên zelal, demokrasîya herêmî û dabînkirina bawerîya civakî, daxuyanîyên ji raya giştî re hatine dayîn û nirxandinên ku ji welatîyan tên, dişopînin.
Di vê çarçoveyê de, bi Rêveberîya Herêmî ya 9an a Rêyên Wesayîtan, Serekatîya Daîreya Veguhastinê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Rêveberiya Giştî ya DİSKİ re hevdîtinên pêwîst hatin kirin. Li ser vê rêyê, ji alîyê Rêveberîya Herêmî ya 9an a Rêyên Wesayît û Rêveberîya Giştî ya DİSKİ ve, bi awayekî koordînekirî, xebatên nûkirina binesazî û serbinesazîyê tên meşandin. Tê gotin ku xeta kanalîzasyonê, ku nêzîkî 40 salan hatîye bikaranîn û temenê wê yê aborî û teknîkî qedîya ye, berê bûye sedema rûxîna rêyan û ji bo ewlehîya can û malî nûkirina wê bûye mecbûrî.
Em vê xebata ku nûkirina binesazîya bajêr û ewlehîya canan derxînin pêş û her wuha pêwîst û girîng dibînin. Em jî bawer dikin ku meşandina hevdem a xebatên binesazî û serbinesazîyê, ji bo bikaranîna bi bandor a çavkanîyên giştî, nêzîkatîyeke rast e.
Lê belê, girîng e ku sazî û dezgehên têkildar agahdarîyeke tevahî, vekirî û nûjen bidin. Dabeşkirina erk û berpirsiyarîyan di navbera sazî û dezgehan de divê bibe sedema ku welatî agahîyên rast bistînin û ji xizmetên giştî bi awayekî ewle sûd werbigirin.
Dema ku nifûsa zêde ya Amedê, herêmên niştecihbûnê yên berfireh dibin û hewcedarîyên veguhastinê yên mezin dibin bên berçav, eşkere ye ku tora veguhastinê ya heyî kêmasîyên bingehîn ên girîng hildigire. Bi taybetî ne temamkirina têkilîyên rêya dorpêçê û gûzergahên alternatîf ên veguhastinê bi asta pêwîst, xebatên li ser arterên sereke vediguherîne pirsgirêkên veguhastinê yên ku bandorê li tevahiya bajêr dikin.
Rêya D-360, ku ji navenda bajêr a Amedê derbas dibe, ne tenê trafîka hundirê bajêr bi hev ve girêdide, di heman demê de taybetmendîya gûzergahê derbasbûna navneteweyî jî hildigire. Ji ber ku ji bo rêya D-360ê hema bê alternatîf tune ye, xebatên li ser vê rêyê dê hem li ser trafîka bajêr û hem jî li ser herikîna trafîkê ya gelek bajar û navçeyên ku li rojhilatê bajêr dimînin, bandoreke cidî bikin.
Ji ber vê yekê, ne temamkirina Bulvara Şêx Seîd û nehatina çêkirina girêdanên rêyên dorpêçê yên Farqîn–Erxanî û Farqîn–Bismil, êdî mijarên bingehîn ên veguhastinê ne ku divê bêyî ku dereng bimîne bê sererastkirin
Pirsgirêka veguhastinê ya bajêr ne pirsgirêkeke ku tenê bi rêxistina çarçolkan, xebatên firehkirina rêyan an jî rêberîya demkî ya trafîkê were çareserkirin. Ya pêwîst ew e ku polîtîkayeke veguhastinê ye ku rêveberîya navendî û rêveberiyên herêmî berpirsiyarîyê bi hev re hilgirin, bi daneyên zanistî were piştgirîkirin û ekolojîk û gihiştbar be.
Di vê çarçoveyê de, bang û pêşnîyarên me ev in:
1. Divê tedbîrên demkî yên ku dê girseya trafîkê kêm bikin, bên xurtkirin.
Heta ku xebat biqedin, divê rêya alternatîf, bi berçavgirtina girseya trafîkê û ewlehîya rêyan, ji nû ve bên nirxandin. Divê pergalên îşaretdayînê, tabelayên rêberiyê û derbasbûna çarçolkan bi koordînasyona sazî û dezgehên têkildar ve bên rêxistin. Bi taybetî di demên qerebalixiyê de, divê tedbîr bên girtin ku derbasbûna wesayîtên veguhastina giştî, ambulansan û wesayîtên din ên xizmetên lezgîn hêsan bikin. Divê welatî li ser rêyên alternatîf bi awayekî nûjen, zelal û gihiştbar bên agahdarkirin.
2. Divê xebat, bi berçavgirtina ewlehîya kar, di demeke herî kurt de bên temamkirin.
3. Divê polîtîkaya veguhastinê ya bajêr bi awayekî tevahî û beşdarîyê were nirxandin.
Pirsgirêkên veguhastinê yên Amedê divê tenê li ser bingeha trafîka wesayîtên motorî bên nirxandin. Xurtkirina veguhastina giştî, veberhênanên pergala rêhesinê, veguhastina ewle ya peyayan û bisîkletan, mafê gihiştina welatîyên astengdar û rakirina newekhevîyên veguhastinê di navbera taxan de, divê bibin parçeyên plankirineke tevahî.
Di vê rêyê de, divê Plana Bingehîn a Veguhastinê ya bajêr û armancên tevgera domdar, bi beşdarbûna rêveberîya navendî, rêveberîyên herêmî, zanîngeh, odeyên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl û welatîyan, bên nirxandin.
4. Divê veberhênanên derbarê rêya dorpêçê û rêyên girêdanê yên Amedê bên pêşdebirin.
Sazî û dezgehên têkildar, bi taybetî Rêveberîya Giştî ya Rêyên Wesayît û Wezareta Veguhastin û Binesazîyê, divê bernameya veberhênan û sepandinê ya derbarê rêyên dorpêçê yên heyî û hatine plankirin û rêyên girêdanê yên nehatine temamkirin, bi awayekî zelal bi raya giştî re parve bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî yên li pêşîya temamkirina Bulvara Şêx Seîd, divê di navbera sazî û dezgehên têkildar de koordînasyona pêwîst bê dabînkirin.
Kêmkirina trafîka derbasbûyî ya ku ji hundirê bajêr derbas dibe, sivikkirina barê arterên sereke yên veguhastinê û pêşxistina girêdanên alternatîf di navbera herêmên niştecihbûnê de, divê di nav armancên pêşîn de cih bigirin.
PAŞEROJA BAJÊR DIVÊ BI HIŞMENDIYA KOMÎ BÊ PLANKIRIN
Wek Konseya Bajêr a Amedê, em pêdiviyên binesazî û veguhastinê yên bajêr wek berpirsyarîya hevpar a hemû sazî û dezgehan dibînin.
Pirsgirêka veguhastinê ya îro divê tenê bi temamkirina xebata heyî ji rojevê nekeve. Divê ev pêvajo bibe sedema ku veberhênanên veguhastinê yên Amedê, ku ji demeke dirêj ve hatine paşxistin, pêdivîya rêya dorpêçê û torên alternatîf ên veguhastinê bi awayekî tevahî bên nirxandin. Mafê bajêr mafê gihiştina veguhastineke ewle, gihiştbar, saxlem û bê navber jî dihewîne.
Konseya Bajêr a Amedê hemû sazî û dezgehên têkildar û hemû hêmanên bajêr vedixwîne ku ji bo çareserîya mayînde ya pirsgirêkên veguhastinê berpirsiyarîyeke hevpar hilgirin û bingeheke xebatê ya hevpar ava bikin.
LIJNEYA RÊVEBIR A KONSEYA BAJÊR A AMEDÊ